DBP û HDP ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dan

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û hin parlementerên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Edaleta Tirk dan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî ku di civîna Meclîsa partiyê de axivî, bal kişande ser redkirina Rêber Apo ya hevdîtîna bi CPT r û got: “Em li bendê ne ku rayedar tavilê daxuyaniyê bidin û CPT agahiyên li ber destê xwe bi lez eşkere bike.”

Pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dewam dike.

Doh Bîroya hiqûqê ya sedsalê ragihand ku Rêber Ocalan wek helwest, hevdîtina bi CPT re red kiriye.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin, serî li Wezareta Edaleta Tirk dan.

Di daxwaznameya serlêdanê de hat xwestin ku serdana Rêber Apo bê kirin..

Pervîn Bûldan: CPT û rayedar divê agahiyên li ber destê xwe eşkere bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku di civîna Meclîsa Partiyê de axivî, bal kişande ser rewşa li Îmarliyê.

Pervîn Buldan daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi bîr xist û got: “Ev agahî ji bo me hemûyan bû sedema tirs û fikareke mezin.

Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê eşkerekirin.

Ne heq û ne jî hedê tu kesî heye ku bi xemsarî nêzî vê mijarê bibe.

Divê desthilatdarî û wezîrê dadê tavilê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir divê CPT agahiyên li ber destê xwe tavilê bi raya giştî re parve bike.

DBP: Abdullah Ocalan bi vê helwesta xwe xwestiye ku gel bi erka xwe rabe

KCDK-E : Divê CPT demildest daxuyaniyê bide

Back to top button