Li Ranyayê hêrsa gel bilind dibe

Wek berdewamiya xwepêşandanên duh ên li dijî hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro jî li navçeya Ranyayê ya girêdayî Raperînê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di saetên êvarê de li nava bazara navçeya Ranyayê xwepêşandanek girseyî li dijî hikûmeta herêmê hat lidarxistin.

Xwepêşanderan daxwaza hilweşandina hikûmetê kir û banga derfetên kar û xizmetguzariyan kirin.

Hêzên asayîşê bi bombeyên gazê û guleyên pilastîk êrîşê xwepêşanderan kirin, xwepêşanderan jî bi keviran bersiv dan.

Hate gotin çend kesek ji xwepêşanderan hatin binçavkirin.

Duh jî li gelek deverên Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Tevgera Nifşê Nû xwepêşandar hatin lidarxistin û banga hilweşandina hikûmetê hate kirin.

Li xwepêşandana navçeya Ranyayê ya duh de alozî derkete û nûçegihanê Kanala Gelî Kurdistan Huner Resûl jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button