LI QAMIŞLO XEBATÊN BELAVKIRINA MAZOTÊ LI SER ŞÊNIYAN DEWAM DIKE

Xebatên belavkirina mazotê li ser şêniyên bajarê Qamişlo bi riya komînan dewam dike.

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo 10’ê Îlonê dest bi belavkirina mazota sobeyan li ser şêniyên bajêr kir.

Heta niha 900 hezar lître li ser şêniyên navçeyên rojhilat û rojava hatine belavkirin.

Belavkirin li ser 3’ê pêvajoyan pê tê.

Di her pêvajoyekê de 200 lître mazot bi buhayê 75 L.S ji her malbatekê re bi rêya komînan tê belavkirin.

Meclisên navçeyên rojhilat û rojava yên Qamişlo mazotê ji Komîteya Sotemeniyê werdigire.

Piştre mazot radestî komînan tê kirin û ew jî li gor lênûsa malbatê li şêniyan belav dike.

Yek ji rêveberên Buroya Rêveberiya Şaredariya navçeya rojhilat Fewaz Xelîl têkildarî mijarê axivî û got,

Belavkirin bi rêk û pêk, bi awayekî wekhev û di bin çavdêriya komîteyên navçeyê û komînan, pêk tê.

 

Leave a Reply

Back to top button