Şêniyên Minbicê: Tecrîd, binpêkirina qanûn û peymanên navnetewî ye

Bertekên li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.
Şêniyên Minbicê teqez kirin ku ewê dawî li tecrîdê bînin.

Şêniyê bi navê Munîr El Ewed diyar kir ku dewletan bi tecrîdkirina Rêber Apo nikarin bigihêjin armancên xwe û got:

“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan, navneteweyî ye, biratiya gelan û jiyana hevbeş bingeha wê ye.

Armanca wan dewletan a yekemîn û dawîn, têkbirina vî fikrî ye.”

Li ser heman mijarê welatiya bi navê Buseyne El Hesen da zanîn ku dagirkeriya Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferz dike û bi vê kiryarê re qanûn û peymanên navnetewî binpê dike.

Welatiyê bi navê Fewaz El Hemîdî jî destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst ên sponserên terorê û mêtingeriyê, ji tecrîdê armanc dikin nakokî û aloziya li Rojhilata Navîn belav bikin.

Li Şehbayê tecrîda li dijî Rêber Apo hat şermezar kirin

Back to top button