Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Rêber Apo

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin. Şêniyan di çalakiyan de gotin ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e.

Meclisa Navçeya Çilaxa bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan civîneke fireh ji şêniyan re li navenda çandê li dar xist û gotin:

“Rojbûna Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz roja vejînê ye.”

Li Tirbespiyê, Kongra Star bi beşdariya şêniyên navçeyê 55 dar li gelek sazî û Parka Rêber Abdullah Ocalan a li navçeyê çandin.

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û endamên saziyan li qada dibistana Mucîr Yenat kom bûn û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Bi heman boneyê şêniyên Til Birakê bi koordînaya bi şaredariya gel re 300 dar li parkên navçeyê çandin.

Li navçeya Zirganê jî kombûnek li pêşiya qada Mizgefta Mezin hat lidarxistin.

Di kombûnê de hevserokê Navenda Perwerdeyê Silêman Biro axivî û got: “Rojbûna Rêbertî rojbûna me hemûyan e. Bila hemû bizanin, ên li ser fikir û felsefeya wî mezin bûn serî natewînin.”

Li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Li bajarê Qamişlo taxa Enteriyê bi boneya rojbûna Rêber Apo şahiyek hat lidarxistin.

Back to top button