Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 10’an de ye

10 roj in çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidîxanê bi komên cuda li dar e. Niha jî çalakî bi koma ciwanan dewam e.

Di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda-PDK ya li ser Şengalê de, şênî bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidîxanê, 2’yê Kanûnê li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan.

Çalakiya bi slogana “Em hemû Asayîş in, Asayîşa me rûmeta me ye”, îro bi koma ciwanan, ket roja 10’an.

Back to top button