Ji bo derxistina sivîlan, rejîm 3 dergehan li Idlibê vedike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji bo derxistina sivîlan, wê sê dergeh li Idlibê bên vekirin.

Rêveberê Navenda Himêmîmê li Sûriyê ku girêdayî wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 13 vê mehê, anku piştî du rojan wê li Idlibê ji bo derxistina sivîlan 3 dergeh bên vekirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelek daxwzên sivîlên li herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de ji wan re tên ku dixwazin ji wan herêman derkevin û li herêmên di bin kontrola rejîmê de bên bicihkirin.

Navendê destnîşan kir ku dergeh wê li herêmên Ebû Zihûr, Hibêt û Hadir ên Idlibê bên vekirin.

Leave a Reply

Back to top button