Rûsiya û Almanya: divê alîkarî derbasî Bakurê Sûriyê bibe

Rusya û Almanya teqez kir ku divê alkarî bighêjin Sûriyê ji ber ku rewş ber bi ewlehiyê ve diçe.

Rêveberiya Xweser jî têkildarî mijarê helwesta xwe diyar kir.

Şêwirmenda Alman Merkel û serokê Rûsî Putin di Konfranseke çapemeniyê axivîn.

Merkel der barê dosya sûriyê de diyar kir ku divê dergeh ji bo şandina alîkariyê ji herêmên bakurê sûrî were vekirin.

Piştî erêkirina konseya Ewlekariyê wê NY xebata pêşkêşkirina alîkariyê di ser sînorê Sûriyê re dewam bike..

Meclisa Ewlekariyê biryar da ku alîkarî di du nuqteyên li ser sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibe..

Lê belê derbasbûna alîkariyê di herdû dergehên Iraq û Urdunê re, nehat qebûlkirin..

Ji ber ku berî demekê ev biryar di konseya Ewlekariyê de ket dengdanê lê rastî vetoyeke Rûsî û Çînî hat..

RÊVEBERIYA XWESER:
HIN DEWLET BERJEWENDIYÊN XWE LI SÛRIYÊ ESAS DIGIRIN

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku biryara Meclisa Ewlehiyê di encama fişarên Rûsyayê de û bi peymana dewleta Tirk û Rûsyayê pêk hat.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê li gel ji ajansa ANHA’yê re axivî û got:

Fişarên Rûsyayê û bikaranîna vetoyê, Meclisa Ewlehiyê neçar kir ku dergehên sereke bi dûr bixin û berê xwe bide dergehên taybet ên dewleta Tirk.

Bi vê yekê diyar dibe ku rewşa mirovî ne di xema hin dewletan de ye û tenê berjewendiyên xwe li Sûriyê esas digirin.

RÊVEBERIYA XWESER:
EM Ê LI GORÎ DERFETÊN XWE ALÎKARIYA KOÇBERAN BIKIN

Ehmê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêşkirina pêdiviyên sereke yên jiyanê dewam dike û li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dikin.

Leave a Reply

Back to top button