Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) ku rêxistiniya sîwanî ya civaka Kurd a li Swîsreyê ye, kongreya xwe ya 9’emîn pêk anî.
Kongre bi dirûşma “Li dijî xiyanet û hevkariyê em bi Rêberekî azad, Kurdistaneke azad biafirînin.” bi beşdariya gelek siyasetmedar û dostên kurdan pêk hat.
Mûstafa Sarikaya: Gelê Kurd wê rê nede qirkirinê
Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya balkişand li ser tecrîd, hilbijartinên bakûrê kurdistan û êrişa li ser Rojava û Mexmûrê û got:
“Bi rêya van polîtîkayan dixwazin gelê Kurd 100 salên din dîl bigirin, qir bikin. Gelê Kurd wê rê nede vê yekê.”
Sarikaya bang kurdên li ewropa kir ku biçin ser sandoqan da ku desthilatiya erdoganê faşîst hilweşînin.
Roth: Têkoşîna we wê hîn bêhtir bê dîtin
Franzîska Roth jî anî ziman ku ew bi navê partiya xwe tevlî kongreyê bûye û got, “SP piştgiriyê dide têkoşîna azadiyê ya Kurdan.
Yilmaz: Projeya Abdullah Ocalan tekane çareseriye
Tûncay Yiljmaz jî destnîşan kir ku paradîgmaya azadî, demokrasî û yekbûnê ya gelan a Rêberê Apo tekane çareseriya kirîzên heyîne.
Hevserok û rêveberiya nû hatin hilbijartin
Piştî nîqaşan û dengdayînê Selma Surer û Huseyîn Mamakli ji bo Hevserokatiya CDK-S’ê hatin hilbijartin.
Her wiha rêveberiyek ji 14 endaman hate hilbijartin û kongre bi vî awayî dawî bû.