Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Sûcên hovane yên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dagirkirî dewam in. Di demekê her kes bi êşa xwe ve daketiye, çete dizî û talankirina avahiyên hilweşiyayî didomînin. Hate ragihandin çete avahiyan di nava xwe de dabeş dikin û dest bi diziya xwe dikin. Li aliyekî din jî çeteyan 2500 darên din ên bi armanca guhertina demografiya herêmê pêk tê birîne.

Bandora erdhejê li navçeya Cindirêsê û gundên hawîrdora wê gelekî mezin bû..

Roj bi roj bîlançoya qurbaniyên li wir zêde dibe.

Her wiha komên çete jî vê kerasetê ji xwe re firset dibînin û talana ku bi dagirkeriyê de dest pê kirin, hîne zêde dikin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku bi armanca talankirina avahiyên hilweşiyayî, çeteyên Elemşat lîsteyek bi navê welatiyên ku rewşa wan a aborî baş e hazir kirine da ku di nava xwe de dabeş bikin.

Her wiha Tora Çalakvanên Efrînê ku ew jî xwe dispêre çavkaniyên xwecihî da zanîn ku yek ji serçeteyên girêdayî dewleta Tirk zêrên li cenazeyê jinekê ji malbata Neûs dizîne.

Piştî wê jî cenaze li gundê Qubetan Elcebel hatiye binaxkirin.

Her wiha çeteyên Feyleq Elşam jî mizgefta gundê Meydan Ekbes bi hinceta ku qalîştok tê de çêbûne, anîn xwarê.

Çete bi van yekan dixwazin li ser navê avakirinê pereyan ji derve bigrin.

Li aliyê din, birîna darên Efrîniyan jî dewam dike û welatî hîne tên revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 hezar û 500 dar li Efrînê birî

Çeteyên Feyleq Elşam li gundên Burc Heyder û Basofan nêzî 2 hezar û 500 darên tirî û zeytûnan birîn.

Ev darên hatî birîn jî li erebeyan hatin barkirin da li bazaran bên firotin..

Li Cerablûsê ji ber şerê koman ewlehî peyda nabe

Hemwextî vê, tevliheviya li herêmên dagirkirî jî didome.

Li Cerablosa dagirkirî jî di navbera malbatên ku li herêmê hatin bicihkirin, Êla Elqeraan û Elcewadira de şer derket.

Back to top button