El Xerbî: Erdogan wê bi ser nekeve, gelên Ereb nema malên Tirkan dikirin

Pêngava boykotkirina malên Tirkî li Erebistana Siûdî didome. Serokê Giştî yê Civat-Komeleya Rojnamevanan a Erebistana Siûdî Naser El Xerbî destnîşan kir ku Erdogan wê negihêje armanca xwe.

Naser El Xerbî diyar kir ku amadekariyên pêngava ji bo boykotkirina mal, geştyarî, fîlm û rêzefîlmên Tirkî beriya demekê hatibûn kirin, lê belê hefteya dawî dengê gelê Erebistana Siûdî li welatên Ereb belav bû.

El Xerbî destnîşan kir ku bi vê biryara boykotê re, dijminatiya rêveberiya Erdogan a li welatên Ereb tê dîtin.

El Xerbî got;

“Rêveberiya me bi sebir tev bigere jî, em êdî nikarin xwe li vê siyaseta qirêj a rêveberiya Erdogan rabigirin. Lewma vê hefteya dawî boykot gihîşte asta herî bilind. ”

Serokê Giştî yê Civat-Komeleya Rojnamevanan a Siûdiyê da zanîn ku ev helwest wê zerareke mezin bigihîne têkiliyên aborî û bazirganiya Tirkiyê ya bi Erebistana Siûdî û welatên kendavê re.

Back to top button