Îro Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo danûstandinên her sê welatan dicive

Îro Duşemê, Konseya Ewlekariyê ya NY, ji bo danûstandinên bendava Nehda, yên di navbera Misir, Sûdan û Etyopyayê de, dicive.

Beriya civînê, Misirê pêwendî bi gelek dewletên endamên Konseyê re girêdan, di nav de jî Fransa ku niha serokatiya konseyê dike û Amerîka hene.

Îna borî, Yekîtiya Afrîkayê ji bo heman mijarê civiyabû û dagirtina bendavê bi awayekî yekalî ji aliyê Etyopyayê ve hatibû qedexekirin.

Civîna Konseya Ewlekariyê di demekê de tê ku danûstandinên her sê aliyan, nexasim piştî destwerdana Yekîtiya Afrîkayê, ber bi asayîbûnê ve diçin.

Tê zanîn, bendava Nehda wê mezintirîn bendavên Afrîkayê be û Etyopya plan dike 6 hezar mêga wat kehrebe jê derîne.

Back to top button