Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.
Ev yekem serdana Elî Zeydî ya dervey welate.
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand, vê sibehê Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî li gel şandeyek hikûmî û aborî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.
Duh Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî ragihandibû ku wê Zeydî di serdana xwe ya li Amerîkayê de çend dosyayên girên ên wek;
Xurtkirina peywendiyên aborî û hilberînê, her wiha bihêzkirina hevkariya navbera her du welatan de li gel rayedarên Amerîkayê biaxive.
Hêjayî gotinê ye, ji piştî bûna serokwezîr ve, ev yekem serdana Elî Zeydî ya li dervey Iraqê ye.



