HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Zapê derbên giran li leşkerên Tirk ên dagirker dan,
Di çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatin ceza kirin.
Li aliyê din arteşa Tirk bi karanîna çekên KÎmyewî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şerê gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Li gorî daxuyaniyê hêzên gerîla li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor lidarxistine.

Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha derb li 3 çeperan hatin xistin

HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirkiyê jî ev agahî parve kir:

“Dagirkeran bi teqemeniyên qedexekirî û balfiran 48 caran qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Her wiha Herêmên Zap, Metîna û Xakurkê jî gelek caran bi topan hatin bombekirin.”

Arteşa Tirkiyê di bin siya PDK’ê de sûcê şer didomîne

Li gorî van agahiyan HPG gelek caran bi dîmen jî sûcên şer yên arteşa Tirkiyê bi belge kiriye.

Têkildarî vê yekê dîmeneke din yê dema ku arteşa Tirk bi çekên kîmyewî êrîş dibe ser tunelên şer ên gerîla hate kişandin.

Ev dîmen 4’ê Mijdara 2023’an hatine kişandin

Di dîmênan de xuya dike ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê li dijî tunelên şer ên Şehîd Pîrdogan gazên kîmyewî bi kar tîne.

Ev tunelên şer, yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka têkoşîna azadiyê tê kirin.

Ji tunelên gerîla gaz bilind dibe.

Li gel êrişên arteşa Tirk PDK’ê jî ber bi tunelên gerîla ve rê çêdike

Lê ya balkêş ew e, li gel vê êrîşê kepçeyên PDK’ê jî ber bi tunelan ve rê çêdike.

Ango dewleta Tirkiyê di bin siya xiyanetê de sûcê xwe ên şer didomîne.

Timî tê gotin ku ti eleqeya PDK’ê bi Kurdîtiyê nemaye.

Halbûkî ji van dîmenan tê fêhmkirin ku têkiliya PDK’ê ne tenê bi Kurdîtiyê re nema ye, di heman demê de ti têkiliya xwe bi mirovahiyê re jî nema ye.

Back to top button