Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Divê em sîwanek Kurdî ava bikin

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê planên guhertina demografîk şermezar kirin û gotin: “Divê aliyên kurdî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî sîwaneke kurdî ava bikin.”

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê sûcên li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Helbestvan Omer Şêxmûs anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe hewl dide herêmên dagirkirî ji niştecihên wê yên resen vala bike û demografiya herêmê biguherîne.

Şêxmûs got:

“Divê sîwanek were avakirin ku tevahî aliyên Kurd bihewîne. Divê di qadên siyasî, civakî û leşkerî de xebat were kirin ku li hemberî van sûcan bibin mertal.”

Nivîskar Ehmed Silêman jî anî ziman ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî jî, girîngiya parastina projeya Rêveberiya Xweser û kombûna li dora yekîneyên parastinê destnîşan kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Dirbêsiyê Siûdî Miêş jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û ji bo wê divê herkes li Rêvebeiry xwe xwedî derkeve.

Back to top button