Li Iraqê civîna parastina serweriya xaka Iraqê

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyan.
Di civînê de her du aliyan jî teqezî li ser parastina serweriya xaka Iraqê û pêşîgirtina derbazkirina sînoran kirin.

Aloziya siyasî û aborî ya li Iraqê, bûye sedema paşguhkirina ewlekariya xaka welat.

Li aliyekê dewleta Tirk a qirker û li aliyê din jî Îran.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyan.

Di rojeva civînê de, serweriya xaka welat hebû.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniya belavkirî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî hevdîtinek li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd pêkanî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, her du aliyan rewşa siyasî, ewlekarî, aborî û jîngeha Iraqê guftugokirin.

Heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de teqezî li ser piştevaniya hikumetê ji bo pêkanîna bernameyan li gor daxwazên welatiyan ya ji bo dabînkirina aramiya ewlehiyê, hat kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku her du alî di derbarê pêkanîna hilbijartinên encûmenên parêzgehan de guftûgokirine ku biryare di dawiya salê de were kirin û parastina asayîşa sînoran de axivîn.

Hate gotin, teqezî li ser pêşîgirtina derbazkirina sînor û parastina serweriya xaka Iraqê hate kirin.

Di civînê de qala rola giring a Iraqê ya li ser asta herêmê û navneteweyî ya ji bo bihêzkirina asayîşê û aştiya navbera welatan de hate kirin.

Li gel van qala qeyrana avê û bandorên li ser jiyana welatiyan hate kirin.

Rojane welatên cîranê Iraqê, bi taybet dewleta Tirk a dagirker bê ku guh bide parastina serweriya Iraqê bi rêya balefirên şer û balefirên bê mirov û bi çek êrişî xaka Iraqê û Herêma başûrê Kurdistanê dike û xelkên sivîl dike armanc.

Back to top button