Rêvberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya malbatên vegeriyan Tilezêr kir

Îro 89 malbatên koçber ên li Wargeha Serdeşt a çiyayê Şengalê vegeriyane ser malên xwe yên li nahiya Tilezêr.

Malbatên vegeriyan ji aliyê Rêvberiya Xweser a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin û alîkariya wan hate kirin.

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên pêşwaziya malbatan kir û got: “Ev pêla vegerê bersivek herî mezine ji bo dijminê me.

Gelek aliyên siyasî hene bi şerê taybet dixwazin gel venegere û wisa didin xuyakirin ku Şengal ne arame.

Gelê me bi vê vegera li ser malên xwe de peyama ewlehiya Şengalê dide diyarkirin.”

Azad Hisên got: “Pêwîste hemû gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê de ne vegerin malên xwe.”

Berpirsê Wareha Serdeştê Elî Şabo jî axivî û da zanîn ku ev hemleya vegerê wê berdewam bike.

Back to top button