Yekîtiya Parêzeran a Firatê: Divê civaka navnetewî bi berpirsiyariyên xwe rabe

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê bang li civaka navnetewî kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bi berpirsiyariyên xwe rabe.

Derbarê tecrîda girankirî ya ser rêber Ocalan, Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tecrîda ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin.

Hat diyarkirin ku tecrîda li ser rêber Ocalan, êrîşeke li ser hemû gelan e.

Hat destnîşankirin ku azadiya rêber Ocalan di heman demê de azadiya gelên herêmê û cîhanê ye û bi azadkirina rêber Ocalan wê aramî li herêmê pêk bê.

Parêzeran bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî kirin ku bi berpirsiyarên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û ji bo azadiya rêber Ocalan zextê li Tirkiyê bikin.

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê bang li Sekerterê Giştî yê NY`yî Antonio Guterres kirin li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan bikeve nava tevgerê.

Back to top button