Desteyeke navneteweyî: Enqerê 15 hezar çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê

Desteya Cezayan a navneteweyî ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.

Komîteya Cezayan a navneteweyî ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku ji ber binpêkirina qedexeya çekan, Lîbya veguheriye qadeke mezin a çekan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov roja Pêncşemê ragihandibû ku dewleta Tirk çeteyên Sûiyê yên alîgir dişîne Lîbyayê da ku li rex komên Wîfaq şer bikin.

Li gorî deteyên Çavdêriya Sûrî, heta niha 16 hezar û 500 çeteyên Sûriyê di nav de 350 zarokên di bin 18 saliyê de gihaştine Lîbyayê.

Li aliyekî din derdora 5 hezar û 850 çeteyên Sûriyê ku peymanên wan xilas bûne vegeriyane Sûriyê.

Back to top button