Şervanê QSD’ê Talal Ehmed li Qamişlo hat oxirkirin

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin

Şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo), di dîroka 28`ê meha Hezîranê de li Reqayê di encamê êrîşeke şaneyên veşartî de şehîd bû.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana Şehîd Delîl Sarûxan li dar xist.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malabata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava sloganan de hat veşartin.

Back to top button