Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêber Apo, li Stenbolê pîrozbahî hat lidarxistin

Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêber Apo, li Bajarê Stenbolê yê Tirkiyê û navçeya Bazid a Agiriyê jî pîrozbahî hatin li darxistin. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li avahiya nûnyertiyê ya li Beyoglû ya Stenbolê pîrozbahî li dar xist.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek kesên din tev li pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de ji ewil bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî pastaya bi nivîsa “Rojbûna te pîroz be” hate birîn.

Di axaftinên pîrozbahiyê de li dijî tecrîda li ser Ocalan bertek hat nîşandan.

Her wiha peyam hatin dayîn ku heta azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Di pîrozbahiyê de jinan stranên kurdî gotin û govend li ber hatin gerandin.

Li Bazid a agiriyê bi boneya 4’ê Nîsanê şitil hatin danîn

Bi heman boneyê li Bazid a Agirê yê jî DBP, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) şitil danîn.

Bi pêxistina meşaleyan rojbûna Rêber Apo li Amedê hat pîrozkirin

Bazên Metrepolan bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li sûrên Amedê meşaleyên agir pêxist.

Bazên Metrepolan banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê da.

Back to top button