Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdulah Ocelan li Başûrê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur tên li darxistin û banga bilndkirin têkoşînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîda li dijî rêber Apo hate kirin.
Li Başûrê Kurdistanê ji bo rojbûna Rêber Apo çalakiyên cur be cur tên lidarxistin.
Li navçeya Şarezûr Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer şitlên daran çandin.
Ciwanan bi çandina daran rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd pîrozkirin.
4’ê Nîsanê-Li Mexmûrê festîvala 4’ê Nîsanê destpê kir
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi boneya 4’ê Nîsanê 15’emîn festîvala Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpêkir.
Bi sedan xwedevan, mamoste û xelkê wargehê beşdarî festîvalê bûn.
Di festîvalê de Endama Atolyeya Şehîd Delîla, Xurbet Mijînî axivî û gotin: Em ê îsal dawî li dagirkerî û tecrîda li dijî rêber Apo bînin.
Li Şengalê bi boneya 4 Nîsanê Meclisa Jin a herêma Ereb semînerek li dar xist