Îranê di meha borî de 14 kes darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bîlançoya meha borî ragihand ku heta niha li rojhilatê Kurdistan û Îranê 14 kes hatine darvekirin û ji bo gelek kesan jî cezayê darvekirinê hatiye pejirandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê aşkere kir ku di meha Adarê de 14 kes hatine bi darvekirin û cezayê darvekirinê ji bo gelek kesan hatiye pejirandin.

Ji bo 37 kesan biryara girtinê hatîye dayîn

Di daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê de hate diyarkirin ku di heman mehê de ji bo 37 kesan biryara girtinê hatiye dayîn, ji vê hejmarê jî ji bo 13 kesan cezayê darvekirinê hatiye dayîn ku di nav de 4 jin hebûn ku cezayê girtîgehê li ser hatibûn ferzkirin.

Di beşa daxuyaniyê ya li ser kolberan jî hate gotin ku bi gulebarana raste rast ya leşkerên Îranê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne, her wiha di encama teqîna mayînan de jî 2 kes bi giranî birîndarbûne.

6 Kesan ji ber gulebarana raste rast jiyana xwe ji destane

Rêxistinê ragihand ku her di çarçoveya berdewamiya siyaseta sîstema Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo tûnekirina gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê de, 6 kes bi gulebarana raste rast jiyana xwe ji dest e.

Back to top button