Parêzer Gul Altay: Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar tê kirin

Parêzerên Bakurê Kurdistanê jî didin diyar kirin ku her name, pirtûk û karê destan yên girtiyan berxwedanek li dijî tecrîdê ye. Divê her kes xwedî li vê têkoşîn û berxwedanê derkeve. Jinên Raperîn jî anîn ziman ku bi azadiya Rêber APO wê azadî û jiyana jinan nû bibe.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê dike.

Bi polîtîkayên tecrîda li girtîgehan dewleta Tirk armanc dikin ku girtiyan ji civakîbûnê dur bigirin û bi derve re têkiliya wan qût bikin.

Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 26’ê Adarê de li Stenbolê panelek ‘di înfazê de wekhevî û mafê hêviyê’ pêk anî.

Parêzer Gul Altay û Seda Şaraldi ku tevlî panêlê bibûn der barê tecrîda giran û girtîghên tîpên nû de nirxandin kirin.

Parêzer Gul Altay da zanîn ku girtiyên cezayên xwe ji 4’an 3 temam kiribin, ger cezayê wan yê dîsîplînê û rewşa wan a baş hebe têr dike û got:

Der barê girtiyan de biryarên kêfî tên dayîn.

Ji bo dawî li tecrîd û binpêkirina mafan bê anîn di serî de rêxistinên mafên mirovan divê denge xwe bilind bikin.

Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê meşandin.

Parêzer Seda Şaraldi: Tecrîda Îmraliyê bi girtîgehên tîpên nû tê meşandin

Parêzer Seda Şaraldi jî destnîşan kir ku tecrîd rêbaza îşkencê ye û wiha anî ziman:

Tecrîda Îmraliyê bi girtîgehên tîpên nû tê meşandin.

Ev polîtîka bi zanebûn tê kirin.

Girtiyên şoreşger di hucra de digirin. Dixwazin dest ji fikr û nêrînên xwe berdin.

Li dijî tecrîdê berxwedan didome. Ji bo piştevanî xurt bibe divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.

Jinên Raperîn: Bi Azadiya Rêber Apo wê azadî û jiyana jinan nû bibe

Jinên bajarokê Ranya navenda îdareya Raperîn jî ragihandin ku divê hemû jinên Kurd û yên cîhanê rabin ser lingan û bi hemû hêza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.

Esmer Resul destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi taybet ji bo jinan gelek giringe.

Runak Wisu jî bang li hemû gelê Kurd kir ku dengê xwe derbixînin û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan rabin ser lingan.

Back to top button