4’ê Nîsanê-Li Silêmaniyê semînerek hat dayîn

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê semînerek li ser hêz û felsefeya Rêber Apo hat dayîn.

Semîner bi pêşentiya Komîteya Azadî ya Ocalan û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) hat dayîn.

‘Rojbûna Rêber Apo bû bingehê jiyana azad û serbilindiya mirovatiyê’ sernavê semînerê bû.

Semîner li hola Xak hat dayîn û gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî jî tevli bûn.

Li hola semînerê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û şehîd Viyan û Sakîne Cansiz li beşdarvanan hat belavkirin.

Di semînerê de wiha hat gotin:

” Îro li cîhanê bi milyonan mirov Ocalan weke hêzeke guherînera Cîhanê ne tenê Kurdistanê dibînin.

Avakirina sîstemeke nû ya cîhanî li ser destê Rêber Apo pêkan e.”

Semîner bi nirxandinên beşdarvanan bi dawî bû.

Back to top button