Serokê Giştî yê EHP’ê: Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk anî ziman ku wê partiya wan parastina xwişk û biratiya gelan û mafên neteweya bindest bike û diyar kir ku ji bo dengekî bi tenê jî ziyan nebe ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk ku yek ji endamên Tifaqa Ked û Azadiyê ye li ser hilbijartinê axivî.

Serokê Giştî yê EHP’ê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev tişt anî ziman: “Eşkere ye bê welat di çi rewşê de ye.

Em di demeke welê de ne ku zext li gel tê kirin, neheqî tê kirin, kiryarên antî demokratîk hene. Ev hikumet hemû grevan qedexe dike.

Enflasyon her meh mezin dibe û mûçeyan dixwe. Mûçeyê kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye lê kes li ber xwe nakeve.

Hebûna pirsgirêka Kurd bi xwe bi temamî tê redkirin. Ji bilî çareseriya leşkerî reflekseke cuda nayê nîşandan.

Li hemberî herêmên Kurdan ên li derveyî sînor bêhejmar operasyon têne kirin. Kes nikare dakeve qadan û kaxizek ji rûpelekî bixwîne.

Her roj nûçeyek tê weşandin ku jinek hatiye kuştin.”

Ozturk anî ziman ku karên hilbijartinê wê bi tifaqê bi hevkarî bê meşandin û wiha dewam kir:

”Partiya me bi helwesta xwe ya sosyalîst enternasyonal a rasteqîn wê parastina xwişk û biratiya gelan û mafên neteweya bindest dewam bike.

Di karên hilbijartinê de em ê bernameya xwe ya hilbijartinê li gel tifaqa xwe ji bo çareseriyên bi wate yên meseleyên esasî yên welêt ava bikin.”

Ozturk bal kişand ser girîngiya ewlekariya hilbijartinê û destnîşan kir ku divê di asta herî bilind de tedbîr bêne wergirtin û wiha bi dawî kir:

“Desthilatdariya li hemberî me gelekî tarî û xerab e. Lewma divê mirov gelekî baldar be.

Lê belê aliyekî xurt ê bi vî rengî yê bloka muxalefetê jî heye; me ji tecrûbeyên hilbijartinên beriya niha ders wergirtin, em hîn bûn ku divê çi bikin.

Li gorî van dersên hatin wergirtin, bi wergirtina tedbîran di asta herî bilind de muxalefet hemû bi baldarî divê tevbigere.

Û li hemberî bûyerên biqewimin bi lez gavan biavêjin. Em ê di hilbijartinê de erd û ezmanan bihejînin, em hemû dibînin bê li welêt çi winda dibin.

Ji bo guhertina vê yekê em ê karekî xurt bikin û ji bo dengekî bi tenê jî ziyan nebe em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”

Back to top button