Li gundewarên navçeya Til-Hemîsê careke din nexweşiya Laşmanya, belav dibe.
Elî Hisên El-Ibêd berpirsê beşa nexweşiya Laşmanya yê Navenda Tenduristiyê ya li Til-Hemîsê diyar kir, ku di 3 mehên dawî de, nexweşiya Laşmanya dîsa li herêmê belav bûye.
Li gorî daneyên navendê, jimara kesên bi vê nexweşiyê ketine gihaşt 332’an.
El-Ibêd, bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bi cih bînin û her kesê bi vê nexweşiyê bikeve, yekser berê xwe bide navendê.
Di navbera salên 2017-2018’an de, nexweşiya Laşmanya bi temamî hatibû tunekirin û wê çaxê16 hezar nexweş hatin dermankirin.