Xedîce Brahîm: Destdirêjiya li jinên Kurd bi mebesta bêdengkirinê tê kirin

Heta niha li herêmên dagirkirî 88 jin û 99 zarok hatine kuştin. Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Brahîm dibêje ku li herêmên dagirkirî destdirêjiya li jinên Kurd bi mebesta bêdengkirinê tê kirin. Xedîce bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û parêzeran kir ku li dijî tundiya li dijî jinan rabin.

Dewleta Tirk li dijî jinên Kurd, destdirêjî, qirkirin û êşkenceyê dike û didomîne.

Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî jin û zarokan wiha ne:

88 jin hatine kuştin, 140 jin hatine revandin û 176 jin hatine birîndarkirin.

99 zarok hatine kuştin, 11 zarok hatine revandin û 176 zarok hatine birîndarkirin.

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Brahîm destnîşan kir ku êşkence, tundûtûjî, qirkirin û destdirêjiya li jinên Kurd bi mebesta bêdengkirinê tên kirin.

Xedîce Brahîm diyar kir ku dewleta Tirk bi taybetî jinên Kurd, ji xwe re dike armanc, ji ber ku ditirse bi azadiya jinan re civak zincîrên koletiyê bişikînin.

Xedîce Brahîm: Divê dadgehên mafên mirovan hesab ji dewleta Tirk bipirsin

Xedîce bal kişand ser dadgeh û qanûnên ku bi berpirsyariya xwe ya li dijî sûcên li jinan têne kirin ranabin û got:

Mixabin dadgeh û qanûn kesên destdirêjî jinan dikin diparêzin û destdirêjkaran dernaxin pêşberî edaletê.

Divê dadgehên mafên mirovan hesab ji dewleta Tirk bipirsin.”

Xedîce Brahîm: Eger dengê me bibe yek, em ê mafê jinan ji wan bistînin

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û parêzeran kir ku li dijî tundiya li dijî jinan rabin û helwesteke yekdengî li dijî vê zilmê raber bikin.

Her wekî Xedîce ji jinan xwest ku serê xwe li ber zilm û zorê netewînin û hevgirtina xwe bi pêş bixin.

Back to top button