Li Tirbespiyê meşeke girseyî hat lidarxistin

Bi armanca azadiya Rêber APO, şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’êmeşeke girseyî li navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de, banga bidawîbûna tecrîdê û êrişên dewleta Tirk hate kirin.

Îro li navçeya Tirbspiyê ya girêdayî Qamişloyê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meş bi armanca azadiya rêber Apo, şermezarkirina êrişên li ser herêmê û hevkariya PDK’ê pêk hat.

Di meşê wêneyên rêber APO, Meclisa Malbatên şehîdan û pankartên bi nivîsa “Hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re xiyanet e” hatin rakirin.

Paşê meş veguherî mêtingê û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku niha herêm di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û wiha hate gotin:

“Ev qonax ji bo tevayî gelê herêmê qonaxeke veguhertnên dîrokî ye.

Dem hatiye ku her kes êdî rabe ser piyan û berxwedanê welatekî azad ava bikin.”

Di daxuyaniyê îşaret bi yekîtiya navxweyî hate kirin û ev yek hate gotin:

“Divê em gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî destê xwe bidin hev, li dijî êrişan yekîtiya xwe ava bikin.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda girankirî a li dijî rêber APO û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re û hate gotin: “Bi îradeya gelê herêmê em ê tecrîdê bişkenînin û rêbertî azad bikin.

Em bi tundî piştgirya PDK’ê bi dijminê gelê Kurd dewleta Tirk re şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li rex şoreşa azadiyê bisekinin û soz hate dayîn ku wê nirxên şoreşê biparêzin û têkoşînê heya azadiya fîzîkî ya rêber APO bidomînin.”

Back to top button