Li Îtalya hikumeta Meloni

Li Îtalya piştî pêvajoyek bi aloz ya siyasî koalîsyona rastgir ya bi serokatiya Meloni gav bi gav nêzî kursiyê deshilatê dibe.
Hikûmeta 68. ku ji aliyê rastgirê tund Giorgia Meloni ve li Îtalyayê hat avakirin, ji Senatoyê jî dengê pêbaweriyê wergirt.
Piştî 9 salan Berlusconi careke din li Senatoyê ye.

Hikûmeta koalîsyonê ya ku ji aliyê tifaqa rastgir a bi serokatiya Giorgia Meloni ve hat avakirin di hilbijartina 25’ê Îlonê de biser ket.

Di heman demê de qonaxa duyemîn a pêwîstiya wergirtina dengê pêbaweriyê ji parlamentoyê bi cih anî.

Serokwezîr Meloni li Civata Giştî ya Senatoyê bernameya hikûmetê pêşkêş kir.

Maloni doh di tevahiya rojê de bersiva pêşniyar û rexneyên senatoran ji endamên desthilatdar û muxalefetê yên derbarê bernameyê de da.

Piştî nîqaşên giştî, li Lijneya Giştî ya Senatoyê dengê pêbaweriyê hate dayîn.

Senato bawerî bi hikumeta Meloni da

199 senator beşdarî dengdana pêbaweriyê li Senatoya 200 kursî bûn.

Hikûmeta Meloni bi 115 dengên “erê” li hember 79 dengên “na” dengê pêbaweriyê wergirt.

Pênc senator bêalî man.

Bi vê encamê, hikûmeta koalîsyonê ya rastgir a bi serokatiya Meloni ku pêr dengê baweriyê ji Meclisa Nûneran girtî, doh jî ev bawerî ji Senatoyê wergirt.

Hikumetê bi piraniya dengan di her du meclisên parlamentoyê de xwe îspat kirin.

Berlusconi vedigere Senatoyê

Di vê navberê de, Serokê Partiya Forza Italia Silvio Berlusconi careke din vegeriya Senatoyê.

Berlusconi beriya niha ji ber revandina bacê 6 salan cezayê durketina ji siyasetê dabû.

Piştî navbereke 9 salan Berlusconi careke din li Senatoyê ye.

Senatorên rastgir vegera Berlusconi yê 86 salî ya bo Senatoyê pîroz kirin.

Berlusconi di axaftina xwe ya li Senatoyê de ji kursiyê partiya xwe got;

Ew ê piştgiriyê bidin hikûmeta ku ew beşek ji dengê baweriyê ne û bi dilsozî bixebitin.

Back to top button