Scholz ji ber Yewnan rexne li Tirkiyê kir

Di nava demên dawiyê de, careke din mijara gravên li Derya Ege di navbera Enqere û Atîna de bûye cihê aloziyê.
Berî serdana xwe ya Yewnanîstanê, serokwezîrê Alman Scholz li ser vê yekê rexne li Tirkiyê kir.
Scholz diyar kir ku welatê wî dikare di navbera Enqere û Atînayê de bibe navbeynkar.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ku ji bo têkiliyên fermî çû Yewnanîstanê, beriya vê serdanê di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Ta Nea ya Yewnanîstanê re Tirkiye rexne kir.

Olaf Scholz got,

“Nayê qebûlkirin ku welatekî NATO serweriya hevalbendeke din bipirse.”

Scholz diyar kir ku mijareke din a ku nayê qebûlkirin jî “tehdîdên leşkerî yên kêm-zêde veşartî ne”.

Serokwezîrê Alman bang li Enqere û Atînayê kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin û ev tişt anî ziman:

“Têkiliyên baş ên cîrantiya Tirkiye û Yewnanîstanê, ne tenê ji bo van her du welatan, ji bo tevahiya Ewropayê girîng in.”

Olaf Scholz daxuyakirin ku welatê wî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Tirkiye û Yewnanîstanê dikare bibe navbeynkar û wiha domand:

“Armanca hevpar, nêrîna hevpar a me hemûyan divê ew be ku potansiyela aborî ya herêma Rojhilatê Derya Spî ji bo berjewendiyê bi temamî bi kar bînin be.”

Aloziya li derya Egeyê didome

Olaf Scholz îro li paytext Atînayê bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis re civiya.

Tirkiye ev demeke nîqaş dike ku serweriya gelek giravên li rojhilatê Deryaya Egeyê ji nîqaşan re vekirî ye.

Têkiliyên di navbera Tirkiyeya endama NATOyê û cîrana wê Yewnanîstanê de jî di qonaxeke aloz re derbas dibin.

Şefê rejîma Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di hefte û mehên borî de îşaret bi Yewnanîstanê kiribû û gefa “Em dikarin şevekê ji nişka ve werin” bikar anîbû.

 

Back to top button