Şerê li Ukryana

Ukrayna şerê li başûrê welat bi rewşa li Xersonê ve dibîne.
Di meha 9’an a şerê li Ukrayna de, Kîevê hêviyên xwe xurtir bûye.
Serokomarê Ukrayna Zelensky diyar kir ku ew li benda agahiyên xweşin.
Rûsyay ya tetbiqatek ya nukleerî kirî, li herêma Xersonê hêza xwe komî serhev dike.

Şerê li Ukrayna di meha 9’an de hêviyên Kîevê xurtir kiriye.

Serokomar û Serfermandarê Ukraynayê Vlodymyr Zelensky di daxuyaniyekê de got, ew ji eniyên şer li benda agahiyên xweşin.

Lê hûrgiliyên vê yekê jî neda.

Li gorî pêşbîniyên rayedar û pisporên leşkerî, yek ji girîngtirîn şerên ser erêdê li Xersonê rû bide.

Zelensky: Şerê li Xerson dikare qedera Başûr diyar bike

Zelensky di axavtina xwe ya di vîdyoya ku belav kir de got;

Şerê herî tund li rojhilat li derdora Avdiivka û Bakhmut li derveyî Donetsk rû didin e.

Li vir dînbûna Rûsyayê di asta herî jor de a mirovan ber bi mirinê ve dikişîne xuya dike.”

Hêzên Rûsî berî niha çend caran hewl dan Baxmut ku li ser rêya sereke ya bajarên Slovyansk û Kramatorsk ên Ukraynayê ye, bigrin.

Şerê bajarê Xersonê ku li ser çemê Dnipro ye, dê çarenûsa serweriya Ukraynayê ya li başûrê welat diyar bike.

Êrişên Rûsya careke din zêde bû

Leşkerên Ukrayna dibêjin ku bombebarana Rûsî di hefteyên dawî de dîsa zêde bûne.

Di axaftinên radyoyê de tê dîtin ku leşkerên nû hatine seferberkirin ber bi eniyê ve tên şandin û hêzên rûsî jî bi hêza xwe tên xurtkirin.

Hêzên Ukraynayê di destpêka vê mehê de pêşdeçûneke serketî li başûr li ser çemê Dnipro pêk anîbûn, lê xuya ye ku ew pêşveçûn hêdî bûye.

Rûsya sîvîlên li qeraxa rojavayê çem derdixe, lê dibêje ku tu plana wê tune ku leşkerên xwe vekişîne.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov got;

Hewaya baran û erda zirav li hemberî êrîşa Kievê ya li Xersonê ji bakurê rojhilat dijwartir kir.

Ji Rûsya tetbîqata nukleerî

Artêşê Rûsyayê ji bo şerê nukleerî provayek tam li dar xist.

Di dimenên li ser televsiona dewletê hatin weşandin de, keştiyên binê deryayê, bombeyên stratejîk û hêzên mûşekan ku ji bo tolhildana êrişa atomî pêk tînin xuya dike.

Moskow jî di nava hefteyê de, îdîa kir ku Kiev xwe amade dike ku li dijî Rûsyayê “çekên nukleerî” bikar bîne.

Lîderên Rojava bifikarin ku Rûsya dibe teqînek nukleerî ya kontrolkirî li ser axa xwe bike tenê ji bo ku êrîşek nukleerî ser Ukrayna pêk bîne.

Back to top button