Qamişlo..Çekdarên Dîfa Wetenî gule li Hêzên Asayîşê reşandin

Çekdarên koma bi navê Dîfa Wetenî yên hikumeta Şamê, li bendeke kontrolê ya li navenda bajarê Qamişlo gule li Hêzên Asayîşê reşandin.

Nûçegihanê me ragihand ku, çekdarên dîfa wetenî yên bi ser hikumeta Şamê ve, îro gule li bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê li taxa Helko ya Qamişlo reşandin.

Hêzên asayîşê li ser vê yekê bersiv da.

Di encamê de ti zerarên canî çênebû.

Ev çend roj in koma bi navê Dîfa Wetenî ya bi ser hikumeta Şamê ve bi tevgerên bi vî rengî li pey hewldanên tevliheviyê ne û dixwazin aramiya bajêr xira bikin.

Back to top button