20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanî..Li herêmê şahî ji bo zarokan hatin li darxistin

Îro 20’ê Mijdarê, Roja Zarokan a Cîhanî ye.
Bi boneya rojê, li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî ji zarokan re hatin lidarxistin.
Sazî, rêxistinên civakan sivîl û Rêveberiya Xweser bi şahiyan rabûn.
Di şahiyan de, ev roj li zarokên cîhanê û hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîroz kirin û hêviya jiyanekî ewle ji bo zarokan hat kirin.

Back to top button