Rêxistina Oxfam hişyar kir: Heta dawiya salê dibe ku 250 milyon kes hîna hejartir bibin

Newekheviya li gerdûnê, pandemiya Covid-19 û êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna…
Ev hemû nîşaneyên ku cîhan hejartir dibe ye.
Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî Oxfam hişyarî da ku dibe heta dawiya salê bêtirî 250 mîlyon kes hîn hejartir bibin.

Ji ber bêedaletî û şerên heyî bandoreke zêde li ser çîna hejar ya li Cîhanê bûye.

Li gorî nûçeya The Guardianê, Oxfam bal kişand ser bandora şer a li ser gelên herî xizan û diyar kir ku geşedanên 20 salan di bin xeteriyê de ne.

Ji ber bûyerên heyî bandoreke sereke li bazarên heyî dike.

Oxfam got, îsal 263 milyon mirov dikarin bikevin nav xizaniyek hîn zêdetir.

Ev yek jî biqasî tevahî nifûsa Brîtanya, Fransa, Almanya û Spanyayê ye.

Oxfam diyar kir ku heta dawiya vê salê, 860 milyon mirov dikarin di nav xizaniyek giran de bi kêmtirî 1.90 dolaran rojane bijîn.

Neteweyên Yekbûyî hefteya borî got, bihayên xwarinên cîhanî di van demên dawî de gihîştiye asta herî bilind.

Êrişa Rûsya li Ûkraynayê dayî destpêkirin bihaya genim, ceh û rûnê nebatî zêde kir.

Oxfam daxuyankirin ku nirxê pêwistiyan li welatên dewlemend ji sedî 17 û li welatên Afrîka jî ji sedî 40 derbas kiriye.

Rapora Oxfam, “Pêşî Krîza, paşê Karesat”, got ku hukûmetên li welatên kêm-dahat dibe ku neçar bin ku lêçûnên giştî qut bikin da ku deynên xwe yên deyndêr bidin û xwarin û sotemeniyê peyda bikin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku welatên herî xizan îsal bi tevahî 43 milyar dolar deyn hene.

Back to top button