Bedran Çiyakurd: Hikûmetê bi fermî gotiye ew ji bo diyalogê ne amade ye

“Ji ber gelek sedeman hevdîtin bê encam mane”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd ji Ronahî TV ragihand ku, hewldanên Rûsyayê yên ji bo hevdîtinên Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser ji ber gelek sedeman bê encam mane.

Li gorî Çiyakurd, “hikûmet dixwaze herêmê vegerîne beriya sala 2011 û bi vî rengî nêzî hevdîtinan dibe û ev yek jî derveyî çareseriya siyasî ye.

Di heman wextê de dewletên mîna Tirkiyê û Îran zextê li Hikûmeta Şamê û Rûsyayê dikin da ku ew hevdîtin encam negirrin”

“Hikûmet ji bo diyalogê ne amade ye”

Di heman çarçoveyê de jî Bedran Çiyakurd da zanîn ku “Hikûmeta Şamê ji Rûsyayê re gotiye, ew ji bo danûstandinan ne amade ye. Ev yek jî vedigere krîzên navxweyî yên hikûmetê”

“Rûsya hevdîtinan ji bo zextên li ser Tirkiyê bi kar tîne”

Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Rûsya danûstandinên Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser weke zextekê li dijî welatên din bi kar tîne.

Bedran Çiyakurd got “Di dema pirsgirêk di navbera Rûsya û Tirkiyê de derdikevin, Rûsya bi germî nêzî van hevdîtinan dibe û di dema pirsgirêkên wan çareser dibin, xwe ji bo pêkanîna hevdîtinan sar dike”

“QSD’ê û Rêveberiya Xweser şertên çareseriyê ne”

Çiyakurd eşkere kir ku “divê diyalog dûrî zext û lihevkirinên bi Tirkiyê û Îranê re were meşandin, heta ku bighêje encamekê”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bal kişand ser daxwazên xwe û teqez kir ku “nêrîna vê herêmê ya çareseriyê bi naskirina Rêveberiya Xweser, QSD’ê û Asayîşê ve girêdayî ye. Bêyî naskirina wan ne pêkan e ku çareserî çêbibe û ti hêzeke din li vi nayê qebûlkirin”

Back to top button