Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, Hozan Mizgîn bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, bi daxuyaniyekê Hozan Mizgîn bi bîr û ew weke “notaya 8’emîn” a muzîka Kurdî û “dengê berxwedanê” pênase kir.

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê bi boneya salvegera 28’emîn a şehadeta Hozgan Mizgîn de daxuyaniyek weşand.

PKK’ê diyar kir, “Hozan Mizgîn bi hest û ruhê xwe yê berxwedêr bûye Notaya heştemîn a mûzîka Kurdî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di serî de şehîdên çand û hunerê û tevahî şehîdan ji destpêkê ve, li dijî hêzên dagirker, yên bi êrîşên xwe dixwastin gelê Kurd kole bikin, pêşengtiya hunera şoreşgerî kirin û ev tişt hatin gotin:

“Hozan Mizgîn hunerê bi heqîqetê re, şerê xwe bi hunera xwe ve bi wate kir.

Ev hişt ku hîn dema sax bû di karê xwe de serkeftî be.

Ji vî alî de Ş.Mizgîn kesayeteke partî ya kamil bû. Muzîka wê muzîka şoreşê bû.

Gotinên wê, jiyana civaka Kurdan û helbestbûna wê bilêv dikir.

Rîtma mûzîka wê çoşa şoreşgerî, çalakiya wê jî temsîla jina Kurd ya azad û fedaî ye.

Di kesayeta xwe de ji şervantî heta siyasetê, ji xebatên xweser ên azadiya jinê heta asta herî jor berpirsyarî girtin û fermandariya xwe ve di hemû qadên tekoşînê de di eniya herî pêşde cih girt.

Ew tenê ne lehenga Kurdistanê ye, lehenga ku bûye dengê tevahî jinan.

Ew lehenga hunerê û şoreşgereke çandê ye.

Di şexsê Şehîd Hozan Mizgîn de tevahî şehîdên şoreşê bîr tînin soza ku em ê bîranînên wana di Kurdistana azad de bidin jiyîn dubare dikin.

Li hember bîranîna tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin û soza serkeftinê didin.”

Back to top button