Li Silêmaniyê li dijî pilana dagirkirina Şengalê Iraqê û PDK’ê ya li ser Şengalê, çalakiyek girseyî hate lidarxistin.
Çalakî bi pêşengtiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) li silêmaniyê pêk hat.
Di çalakiyê de gelek siyasetmedar, kesayet, çalakvan, jin û welatî tevil bûn. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Şengalê hatin hildan.
Komîteya amadekar daxuyanî da û diyarkir ku plana li ser Şengalê derveyî îradeya xelkê Şengalê hatiye kirin û got:
Divê îrade û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Iraqê ve were naskirin.
Em daxwaz dikin êdî Êzidî nebin qurbaniyên siyaseta xelet.
Bila rê bi Êzidiyan were dayîn ew xwe bi xwe rêvebibin û xwe biparêzin. Ji berku me dît ne hikûmeta Iraqê ne jî PDK’ê ew neparastin
Her wiha daxwaz ji gelê Kurd jî hate kirin ku li dijî vê pilanê helwest nîşandin.