Recayî Fayid: Wê kampanya komkirina îmzeyan berdewam bike

Derbarê kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber Ocalan, Serokê Navenda Misrê ya ji bo lekolînên Kurdî Recayî Fayid got ew bi hêvî ye ku pêngav li qada navneteweyî de serbikeve.

Komîteya Misrê ya ‘Ji Ocanal re Azadî’ di 1’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Ocalan kampanyayek îmzeyan a navneteweyî da destpêkirin.

Her kes dikare li ser înternetê îmze bike û daxwaza azadiya Rêber Ocalan bike.

Di vê kampanyayê de hejmarek mezin ji rewşenbîrên Misrî beşdar bibûn.

Serokê Navenda Misrê ya ji bo lekolînên Kurdî û yek ji nivîskar û rewşenbîrê Mirsê Recayî Fayid diyar kir ku wê kampanya komkirina îmzeyan berdewam bike.

Recayî Fayid destnîşan kir ku peywendiyekî dîrokî di navbera gelê Kurd û gelê Misrî de heye.

Fayid got ku Ocalan ne tenê milkê gelê Kurd e û hêvî kir ku pêngav komkirina îzmeyan li Misr, cîhana Erebî û qada navneteweyî de serbikeve.

Back to top button