IHR: Îranê di şeş mehên îsal de 354 kes darve kirine

Dewleta Îranê bidarvekirinan girtiyan didomîne.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê, di şeş mehên îsal de dewleta Îranê a qirker bi kêmî 354 kes darve kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê IHR ku navenda wê li Norwecê ye têkildarî darvekirinên li daxuyaniyek da.

Rêxistinê ragihand ku di nava şeş mehên sala 2023’yan de bi kêmî 354 kes hatine bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku ji sedî 20’ê kesên hatine darvekirin, Belûc’in ku tev li xwepêşandanên protestoyî yên li dijî rejîmê bûne.

Li gor IHR’yê, 206 kes ji ber tawanbariya firotina tiryakê hatine bidarvekirin.

Di nav kesên hatine darvekirin de 6 jin jî hene.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê IHR’ê Mehmûd Amirî-Mihedem têkildarî mijarê got:

“Dewleta Îranê Ji bo tirsandina civakê û girtina rê li ber xwepêşandanên protestoyî kesan darve dikin.”

Back to top button