HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya 2 gerîlayên jin ên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got,“Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Apoyî doza azadiyê ya gelê me bi serketinê tacîdar bikin.”
Li aliyê din HPG’ê derbarê nasnemeya 2 gerîlayên jin ên bi qezayê şehîd bûne daxuyaniyek da.
HPG’ê eşkere kir ku di 19’ê Tebaxa 2020’î de li qada Şehîdan a Geverê di encama qezayekê de bombeya hevrêyên wan Sozda û Ciwana teqiya û şehîd bûn.
HPG’ê diyar kir hevrêyan ên şehîd di têkoşîna ya azadiyê de bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar bi erk û wezîfeyên serdemê rabûn û wiha got:
Şehadeta hevrêyên me Sozda û Ciwana ya ji ber kêmasiyekê, em hevrêyên wan gelekî êşandiye.
Ji ber şehadeta vê rewşa bi êş em sersaxiyê didin malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz.
Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Sozda Botan
Nav û paşnav: Fûnda Koç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Şeyrîba
Bav: Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 19 Tebax, 2020, Gever
Nasnav: Ciwana Oremar
Nav û paşnav: Fatma Çoruh
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Kithen
Bav: Enver
Dem û cihê şehadetê: 19 Tebax 2020, Gever