Şehîdên Komkujiya Cindirêsê di çil rojiya xwe de hatin bibîranîn

Çil roj di ser komkujiya Cindrêsê re derbas dibin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê di çil rojiya Şehîdên Newrozê yên li Cindirêsê merasîmek lidar xist.
Di merasîmê de hate gotin: Li dijî kiryarên hovane em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Merasîm li navçeya Ehdas a Şehbayê bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û got:

“Dagirkeriya li Efrînê û pêkanîna wê ji komkujiyan re armanc dike ku gelê Kurd qir bike.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrîn jî Mihemed Neaso diyar kir li dijî van kirinên hovane ên dewleta Tirk û Şamê ew ê qet dest ji rêya têkoşîn û berxwedanê bernedin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehadetê bi dawî bû.

Back to top button