Civîna Emanê ya 5 alî ya ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê

Şeva borî bi armanca nîqaşkirina qeyrana siyasî ya Sûriyeyê wezîrên derve yên Sûriye, Erebistana Siûdî, Ûrdin, Misir û Iraqê li paytexta Urdin Emanê civînek pêncalî li dar xist.
Civîn bi lihevkirina li ser hinek xalan bi dawî bû.

Li gorî daxuyaniyê xelên ku aliyan li ser li hvkirine wiha ne:

  • Şandina alîkariyên mirovî û bijîşkî ji hemû gelê Sûriyê re bi hemahengiya di navbera Sûriye û sazî û rêxistinên NY de.
  • Piştgiriya vekirina dergehê Bab El-Selam ê sînorî.
  • Gîhandina alîkariyan bo mexdûrên erdheja 6’ê Sibatê.
  • Divê tedbîrên taybet ji bo vegera penaberên Sûrî bi rengekî ewle û xwebexşane li Sûriyê werin girtin.
  • Zêdekirina alîkariyan bo welatên ku mêhvandariya penaberan dikin û
  • Divê Hikumeta Şamê bi hemahengiya saziyên NY pêwîstiyên bingehîn ên welêt baş bike û tedbîrên ji bo hêsankirina vegera penaberan zelal bike.

Di civînê de hevkariya di navbera hikumeta Şamê û hikumeta Urdinê, bi hemahengiya saziyên pêwendîdar ên NY, ji bo vegera 1000 penaberên Sûrî ji Urdinê hat nîqaşkirin.

Back to top button