Li paytexta Ermenistanê Erîvanê, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi civînekê hatin bibîranîn.
Her wiha di civînê de li ser wate û giringiya berxwedana lehengên Zindana Amedê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:
“Ger ev berxwedan nîn bûya, dijmin wê bigihîşta armanca xwe.
Ev berxwedan ji bo Kurdan bû rêbaza têkoşîna azadiyê û bi hezaran di zindanan de û li qadan li hember faşîzmê li ber xwe didin.
Em gel jî wê heta bi hetayê bidin ser şopa têkoşêrên azadiyê Heval Kemal, Hayrî, Alî, Akîf û hemû cangoriyên azadiyê û ala wan timî li ba bikin.”
Beşdaran, bal kişandin ser tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gotin:
“Gefên li Rêberê me tên xwarin em qebûl nakin.
Tecrîda li dijî Rêber Apo, li ser hemû Kurdan û mirovahiyê ye.
Em ji dijmin re dibêjin; ‘Hûn nikarin gel û Rêber Apo ji hev û din qut bikin.’
Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe têbikoşin.”
Çalakgerên berxwedana 14’ê Tîrmehê li Rihayê hatin bibîranîn