QSD: 3 şervanên me yên nexweş di êrişa balafirên Tirk de şehîd bûn-HAT NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker her kêliya ku firsend dibîne êrişê destkeftiyên gelê kurd dike.
Kesên ku ji bo Kurd, Kurdistanê û mirovahiyê kardike her tim dike hedefa xwe.
Doh artêşa dagirker bi balafirên bi çek seyareke ku 3 şervanên QSD’ê tê de bûn kir armanc.
QSD’ê jî ragihand di êrişê de 3 şervanên wan ên nexweş ku ji bo dermankirinê çibûn Kobanê dema vegerê de şehîd bûne.

Erdoganê qirker her devê xwe vedike behsa ji holê rakirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê dike.

Ji bo holê rakirina van destkeftiyan jî her rêkê ji bo xwe rewa dibîne.

Di kêleka êrişên bejahî niha yên hewayî xistiye meryetê.

Dewleta dagirker taybet jî vê şêwazê namerdane li ser bajarê Kobanê ku hevkarê Erdogan DAIŞ têk bir diceribîne.

Artêşa qirker di nava 4 rojan de, du caran êrîşên bi balafiran pêk anîn.

Her du caran jî êriş li ser Kobanî bû.

Duh careke din dewleta Tirk erebeyek li ser rêya Kobanê-Heleb kir armanc.

Di encama êrişa namerdane de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Di êrişa beriya çar rojan de jî dîsa li Kobanê balafira dewleta Tirk li erebeyeke sivîlan da, hingî jî 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Li ser êrişa doh a Kobanê, Navenda Ragihandina QSD’ê daxuyaniyek da.

Navendê ragihand di êrişê de 3 şervanên wan ên nexweş şehîd bûne.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Beriya demekê 3 şervanên me yên nexweş ji bo dermankirinê çûbûn Kobanê.

23’ê Cotmehê di rêya vegerê de, derdora seet 17:40 an bûn armnaca êrişa balafira bêmirov a artêşa Tirk da dagirker.

Di encama de; şervanên me Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn şehîd bûn.

22’ê Tebaxê jî bi heman awayî, birîndarên şer ên li gundê Hîmo bûbûn armanca balafirên dewleta Tirk.

Di wê êrîşê de jî tevî rewşa wan, sê kes birîdar kiribû.

Hezên garantor ku her carî piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê tînin ziman li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bêdengin.

Back to top button