HRE: Li Şêrawa 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Şêrawa Efrîn û Maree çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xist. Di encamê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê di derbarê çalakiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:

11’ê Nîsanê Hêzên Rizgariyê li gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist.

2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

13’ê Nîsanê li derdora bajarê Maree di encama çalakiyeke sekvanî ya hêzên Rizgariyê de, çeteyek bi giranî birîndar bû.

Back to top button