YPS-YPS Jin şehîd Zeryan Botan bi bîranîn

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê di 7’emîn salvegera şehadeta fermandar Zeryan Denîz de ew bi rêzdarî bibîr anî û got: “Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya fedaî ya Apoyî, mîrateyek mezin a berxwedanê heta roja me hişt.

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê bi wesîleya 7’emîn salvegera şehadeta Zeryan Denîz daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Koordînasyonê balkişande ser têkoşîna 50 salî ya tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin û got:

“Fermandar Zeryan Denîz yek ji lehengên bêhejmar ên vê berxwedana xwerêveberiyê bû..

“Hevrê Zeryan bi helwesta xwe ji her kesî re bûye ronahî “

Hevrê Zeryan di nava fermandariya YPS’ê ya Şirnexê de bû.

Bi sekna xwe ya têkoşer, bi ruh û hevrêtiya xwe di dilê gelê Şirnexê û berxwedêran de cihekî mezin bi dest xist.

Fermandar Zeryan di her firsendê de bi aktîkên xwe yên şer ên afirîner li dijmin xist..

Her çeper heta nefesa xwe ya dawî veguherand kelehên berxwedanê.

Di pêvajoya berxwedanê de bi helwesta xwe ya pêşeng ji her kesî re bûye ronahî. ”

“Hevrê Zeryan ji dijmin re bûye kabûs”

Koordînasyonê da zanîn ku Fermandar Zeryan bi dengê tilîliyên xwe hêz daye berxwedanê û ji dijmin re bûye kabûs.

Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya xweparastinê ya Apoyî mîrateyeke mezin a berxwedanê heta roja me hişt.

Hem di jiyana xwe de hem jî di qada şer de bi helwesta xwe ya bi biryar textek ava kir.

Di îdeolojiya azadiya jinê de roleke pêşeng lîst.

Ew bi berxwedana xwe nîşanî me da ku jinên Kurd çiqasî ji welat û axa xwe hez dikin..

Divê xwedî li azadiya xwe derkevin. Zeryan bû navê berxwedanê.

Ruhê berxwedanê yê Zeryan li Zapê bû Melsa, Avzem, li Avaşînê jî bû Arîn û Nûda.

Li Mêrsînê bû Sara, Rûken û xeta serkeftinê li çar aliyên Kurdistanê belav kir.

“Em ê tola şehîdên we hilînin”

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê dawiyê got: Em li ser şopa wê bimeşin û têkoşînê bigihînin serkeftinê.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê..

Bi taybet ya Zeryan Denîz û em ê tola hemû şehîdan hilînin.”

Back to top button