Li bajarê Qamişlo komeke bazirganên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo komeke bazirganên madeyên hişbirê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê:

Piştî wergirtina agahiyên zelal ji çavkaniyên taybet ên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ku kesek bazirganê madeyên hişbirê dike, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin.

Li ser vê yekê ew kes hate girtin û pê re rêjeyek hebên hişbirê hate dîtin.

Di lêpirsîna destpêkê de kesê hatî girtin navên du şirîkên xwe eşkere kir û ew herdu kesên din di operasyonekê de li taxa Qidûrbekê hatin girtin.

Rêveberê Buroya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinî diyar kir ku di operasyonê de 400 gram ji madeya heşîşê ya xam û 189 hebên hişbirê desteserkirin.

Girtî sewqî dadgehê hatin kirin da ku derhqê wan de biryarê cezayê were girtin.

Leave a Reply

Back to top button