Li Lîbyayê artêşa niştîmanî balafireke Tirkî xist xwarê

Piştî ragihandina agirbestê li Lîbyayê, Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku wan balafirke Tirkî ku tê de çek hebûn xistine xwarê.

Bi zextên navdewletî jî be li Lîbyayê agirbest di navbera hikumeta Wîfaq û Nîştîmanî de hate ragihandin.

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî teqez kir ku ewê ji 12’ê Çileyê ango îro ve agirbest ragihandin.

Hikumeta Wîfaqê jî ragihand ku li ser daxwaza serokê Tirkiyê Erdogan û yê Rûsyayê Putin ew jî agirbestê dipejirînin.

Ji aliyê din ve Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku wan îro balafirke bêmirov ya Tirkî li başûrê Terabulsa paytext xistiye xwarê.

ARTÊŞA NIŞTÎMANÎ YA LÎBYAYÊ:
TEVÎ BINPÊKIRINÊN WÎFAQÊ, EM LI GORÎ ŞERTÊN AGIRBESTÊ TEVDIGERIN

Li gorî Artêşa Niştîmanî balafira Tirkî topên hawinan tê bûn, ev jî agirbesta hatî ragihandin dişkîne.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku tev binpêkirinên çekdarên hikûmeta Wîfaqê ya vê agirbestê, ew hê jîli gorî şertên agirbestê tevdigerin.

Li aliyeke din ve, îro Erdogan û serokê hikûmeta El-Wifaq Fayez El-Serac li Istenbolê civînek girtî pêk anîn.

Têkildarî naveroka civînê jî ti agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button