Mezlûm Ebdî: QSD’ê pirojeyên dewleta Tirk ên li herêmê têk birin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku QSD hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî di nava xwe de dihewîne û bi vê yekê dikarîbû pirojeyên dewleta Tirk li herêmê têk bibe.

Mezlûm Ebdî di hevdîtineke taybet li gel televizyona Misrî TEN TV diyar kir ku QSD pirojeyekî demokratîk û yekîtiya xaka Sûriyê dike armanc.

Ebdî diyar kir ku dema DAIŞ li Sûriyeyê derket, ji bilî QSD’ê, ti hêz û aliyekî din şerê DAIŞ nekir, ji bo wê jî DAIŞ derfet dît ku desthilatiya xwe berfireh bike.

Têkildarî hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê jî , Ebdî tekez kir ku dewleta Tirk sînorên xwe ji DAIŞ’ê re vekiribû û balafirgehên Tirkiye di xizmeta DAIŞ’ê de bûn.

Ebdî tekez kir ku QSD’ê pirojeyên dewleta Tirk ên li Sûriyê bi taybet û li Rojhilata Navîn bi giştî têk birin.

Têkilarî hejmara çeteyên DAIŞî yên girtî jî Ebdî da zanîn ku bêhtirî 12 hezar çeteyên DAIŞî girtî ne li gel wan û piştigriya rêxistinên navdewletî pirr lawaz e.

Têkildarî rol û helwestên welatê Misirê jî, Ebdî spasiya Misirê kir, nemaze li dijî êrîşên dewleta Tirk ên 9 Cotmehê.

MEZLÛM EBDÎ:
DIVÊ LÎBÎ NEHÊLIN KU TIRKIYE SÎNARYOYA SÛRIYÊ, LI LÎBYAYÊ DUBARE BIKE

Ji bo rewş Lîbyayê jî Ebdî destnîşan kir ku divê Lîbî nehêlin ku Tirkiye derbasî xaka wan bibe û senaryoya li Sûriyê, li Lîbyayê jî dubar bike.

Leave a Reply

Back to top button